www.jiyaname.de

   
  22,05,2009  

Jiyan, „Internationalen Initiative zur Vermeidung von Zwangsheirat und Ehrenmord an kurdischen Frauen“ e.V.

   
     

DEUTSCH

KURDISCH

ARABISCH

   
 
Em kîne
Überblick
Veranstaltungen
Häusliche Gewalt
Mafên Jinan
Jin di Zagonê de
Hilfsmöglichkeiten für Frauen
Jinên mirin buhrandine
Beratung
Indametî
Kontakt
Kontoyoya alîkariyê
Archiv
 
 

المادة 548 من قانون العقوبات  السوري
1
­يستفيد من العذر المحل من فاجأ زوجه أو أحد أصوله أو فروعه أو أخته في جرم الزنا المشهود أو في صلات جنسية فحشاء مع شخص آخر فأقدم على قتلهما أو إيذاء أحدهما بغير عمد. ‏
2­يستفيد مرتكب القتل أو الأذى من العذر المخفف إذا فاجأ زوجه أو أحد أصوله أو فروعه أو أخته في حالة مريبة مع آخر

 
 
 
     

EZ QATILÊ KEÇA XWE ME

Azadiya Welat


Ji dibistanê girtin û bi zorê zewicandin
Jina bi navê Eylem Pesen ku ji hêla hevserê xwe yê bi nikaha mele ve pêşî hate kêrkirin û piştre jî bi wesayîtê hate perçiqandin ji hêla malbatê ve bi zorê ji dibistanê hatiye girtin û zewicandin. Piştî bûyerê hevserê Pesen, Kerem Çakan ku hatibû binçavkirin, hate girtin.

Kesê bi navê Kerem Çakan ku li taxa Cevdetpaşa dirûne, 7 meh berê bi nîkaha mele bi Eylem Pesen re zewicî. Hate zanîn ku Çakan bi hinceta hevsera wî, bi kesek din re wî dixapîne Pesen kêr kir. Çakan ku bi vê jî qanih nebû, bi erebeyê jî pêl li Pesen kir. Piştî bûyerê malbatê cenazeyê Pesen bi bêdengî li Goristana Bêkesan definkir. Kerem Çakan jî ku piştî bûyerê hatibû binçavkirin, ji hêla dadgehê ve hate girtin. Bûyera wekî, "Kuştina namusê" hate binavkirin, niha bi sedemên din hate rojevê. Hate zanîn ku Eylem Pesen hêj xwendekara pola 2`yemîn a lîseyê ji hêla malbatê ve bi zorê ji dibistanê hatiye girtin û bi Kerem Çakan ê 12 salan ji wê mezintir re hate zewicandin.

Bi neçarî j imalê reviyaye
Eylem Pesen ku dema dibistanê de bi hevalên xwe re hêj leyistik dileyist, ji hêla malbatê ve hêj 18 salî ji dibistanê hate girtin. Pesen, dema hate zewicandin, ji ber temenê wê nedigirt nîkaha fermî jî nehat kirin. Bi nîkaha olî Pesen hate zewicandin. Li gorîagahiyan Pesen her tim rastî lêdana hevserê xwe Çakan hatiye. Hate daxuyandin ku ji ber vê yekê Pesen gelek caran bi neçarî ji malê reviyaye cem malbata xwe. Bavê Eylem Pesen, Necmettîn Pesen, diyar kir ku ji ber wan keça xwe bi zorê zewicandiye êşa wijdanê dikşînin. Pesen derbirî ku esil qatilê keça xwe ew bi xwe ye.

‘Ez qatilê keça xwe me’
Necmettîn Pesen, da zanîn ku ew bûye sedema kuştina keça xwe û destnîşan kir ku ligel keça wî di dibistanê de xwendekarek serkeftî bû jî wan ji dibistanê girtine û bi zorê dane kurxalê wê. Pesen, anî ziman ku wekî tê îdîakirin bûyer ne kuştina namusê ye û ev tişt gotin: "Ji ber em xizmên hev bûn, min keça xwe ji dibistanê girt û bi zorê bi Kerem Çakan ê 12 sal ji keça min meztir re zewicand. Lê min nezanî dê wisa bibe. Ez êşa wijdanê dikşînim û heta bijîm jî dê vê êşê bikşînim. Lewre ez bûm sebebê keça xwe. Zavayê min Kerem Çakan ji ber nîqaşa erdê ya bi kekê xwe re kirî, aciz bûye û keça min kuşt. Keça min 5 meh ducanî bû û bi hovîtî hate kuştin. Ez dê wî tucar efû nekim. Qatîlê keça min, hem ezim û him jî zavayê min ê hov e." Pesen, diyar kir ku keça wî gelek caran rastî lêdana Kaçan hatiye û keça wî reviya mala wan. Pesen diyar kir ku wan her tim keça xwe îkna kirine û wandine lê ji ber vê yekê gelek poşman in. Pesen, destnîşan kir ku dê bi riyên hiqûqî şopedarê bûyerê bin. Pesen got ku ji bo Kaçan cezayê herî giran bibîne dê hewil bide.

`Wekî kuştinên namûsê nîşan didin`
Meta Eylem Pesen, Besra Pesen jî, diyar kir ku wê jî bi salan ji hevserê xwe şîdet dîtiye û vê êşê baş dizane. Pesen, da zanîn ku di bin navê namusê de bi sedan jin hatine qetil kirin. Pesen, destnîşan kir ku divê êdî çav li van kuştinan re neyên girtin û wiha pêde çû: "Ji bo bûyer bê vejardin û xwe paqij bikin wekî kuştina namûsê nîşan didin. Lê ev ji bilî reşkirinê tiştek din nîn e. Li gelek ciha bûyerên bi vê rengî diqewimin, lê di qeyidan de kuştina ji bo namusê derbas dikin û bûyerê vedişêrin. Em dê dawiya vê bûyerê bernedin û tiştê pêwîst bike jî em dê bikin."

Dayikan Eylem, Herdem Pesen jî diyar kir ku keça wê ji ber nîqaşek malê dinyayê hatiye qetilkirin. Pesen, destnîşan kir ku şeva bûyerê jî keça wê rastî lêdana hevserê xwe hatiye. Dayik Pesen, anî ziman ku keça wê bêsûc û bela hate kuştin û ew dê dawiya bûyerê bernedin. WAN / DÎHA


Li Bazidê pêkutiyên li hemberî jinan, hate şermezarkirin
Li Navçeya Bazidê, jina bi navê Yildiz Akkuş ku rastî şideta hevserê xwe hatibû û piştî difn û kuhên wê hatibû birîn, avêtibûn qirexa rê. Jinan bi armanca şermezarkirina şideta li ser jinê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Komek jinan bi armanca şermezarkirina şideta li ser jinan û pêkanînên li hemberî Yildiz Akkuş li ber Peykera Mafên Mirovan a Bazîdê daxuyaniyek da çapemenyiê. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz, Endamên Meclîsa Şaredariyê Songul Hacioglu jî di nav de nêzî 100 jin beşdarî daxuyanî bûn. Jinan panqarta "Em ne, namusa tu kesî ne, namusa me azadiya me ye", "Pêkutiya li hemberî jinê re na", "Em jin mirovin, alîgirên heskirinê ne" vekirin û sloganên "Pêkutiya li hemberî jina re na", "Jin jiyan azadî" avêtin.

Endama Meclîsa Şaredariyê Songul Hacioglu, daxuyand ku bi pêkutiyên li hemberî jinan, di bin navê "cînayetên toreyî" de tên meşandin. Hacioglu daxuyand ku bi sedan jin bi awayekî hovanê tên kuştin û li hemberî tevahî cureyên pêkutiyên li ser jinane, dê tekoşîna xwe bi domînin. Pîştî daxuyaniyê jin belav bûn. AGIRÎ

 

   
           
jiyaname@jiyaname.de  

Jiyan, „Internationalen Initiative zur Vermeidung von Zwangsheirat und Ehrenmord an kurdischen Frauen“ e.V.