|
Kampanya li dijî sunetkirina keçan mezin dibe
Kaniyasipi
EuroKurd Human Rights-EHR, li dijî sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê
kampanyek dabû destpêkirin.
Li ser pêşveçûnên dawî, ji EHR ê rojnamevan Gabar Çiyan dîtina xwe wisa anî
zimên:
”Li dijî sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê kampanyek navnetewî di meha
sibatê dest pê kiribû. Li welêt jî, di rêvebiriya Wadi, Stop FGM Kurdistanê
de û bi piştgiriya Hawlati, Lven, Rozhnama ev kampanya rengek nû û xurt
girtibû. Li derveyî welêt jî gava bi wate ji aliyê EHR, bi hevkariya
WomenAid, Wadi û CHAK ê hatibû avêtin.
Kampanya EHR ya li derveyî welêt, hefteya derbasbûyî bi têkiliyên yekser
ketibû qonaxa duwem. Me bi şêweyekî eşkere ji ”rêvebiriya Komîsyona Yekitiya
Europa-EU, ji berpirsiyariya giştî ya Unicef, WHO û Yekîtiya Miletan-UN Şaxê
Mafê zarokan & mirovan, Wezîrê karê derve yê Swêdê, tevayên grubên partiyên
Ewropî di EU de, partiyên sereke li Ewropayê, zêdeyî 800 dezgeh û şexsên ku
bi xebatên mafê mirovan dadikevin” xwest ku, li hemberî vê pirsê bê deng
nemînin.
Ji Unicefa Kanadayê, Sosyal Demokratên Swêd, Partiya Çep ya Swêd, Diakona (yekîtiya
kilîse), Sida (dezgeha herî mezin ku projeyên însanî li derveyî welêt bi cî
tîne), Insiyatifa Feministan li Swêd, Dezgeha HUMANISTERNA ku şaxên xwe li
tevayê cîhanê belav bûne, bersiv hat. Wan helwêsta xwe eşkere nîşan daye.
Beşek ji bersivên wan di malpera me de hatiye bicîhkirin...
Em hewil didin ku pirs bibe cihê niqaşê. EHR, bi têkiliyên yekser û îndîrek
xwe dighêjîne dezgehên navnetewî. Divê însaniyetî xwedî li peymanên xwe
derkeve. Pêwîst e rêz û hurmet ji mafê zarok û jinan bê girtin.
Pir giring e ku Parlamentoya Kurdistanê û Hikumeta Herêmê vê felaketa mezin
bibînin û rê li ber bigirin. Xebata me jibo vê armancê didome û îşaretên
dighêjin navenda me, wê nîşan didin ku, pirs dê bibe cihê niqaşên navnetewî.”
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se
|