|
Protokolê semînarê
29.09. – 31.08.2008
Protokolgir: Xunav Haco
Seminark
ji bo jinan
li ser Jinan
ji aliyê jinan
li ser pirsgirekên jinan û
rista zayendan
(rola cinsan)
di 29.09.2008- 31.08.2008
hate bi rê xistin.
24 jenên kurd beşdar bûn.
Temenên jinên beşdar di navbera 18 û 55 salan de bûn.
Ev jinên beşdar xwediyên pîşeyên têvel (cida/corecor) bûn, hin ji wan
xwendekar, hin parêzer, hin rojnamevan, hin perwerdekar (pädagog), hin
derûnkar (Psycholog), hin mamoste û hin jî nivîkar û helbestvan bûn.
Pirsa sereke ya xwe avête ber jinên beşdarên Seminar ev bû:
Gelo
J i n b û n
hê jî bivek e (xeter / tehlûke ye)
li ser jiyan û giyanê
jinê ?
Ji bo bersivdana vê pirsê destpêkê pêşniyaz, bîrok (fikir û raman) ji bo
birêveçûna semînar hatin kom kirin.
Beşdarên civînê di rûniştinên gengeşiyan de bi berferehî bîr û baweriyên xwe
bi hev guheztin.
Xalên giring, yên ku ji gengeşiyan re hatin hilbijartin ev bûn:
- Rista (rola) jina kurd di civakê de, diho û îro
- Dijberiyên di navbera peywendiyên civakî de û jiyana malbatî ya rojane
- Coreyên têvel (cida/newekhev) yên tirsê, bo nimûne kuştina rûmetdariyê (kuştina
şerefê)
- Mafê çarenûsiyê (mafê biryardana xwebixwe) heta roja îro bi cih ne bûye
- Jiyan wek jin çendî dikare bivdar (bi tris/bi tehlûke) be.
- Tirs kengî xwezayî ye, û tirs kengî dibe jan û êş (Tirs kengî dibe sedemê
nexweşiyên giran)
- Zordestî ji kû dest pê dike? Jiyana di zordestiyê de çi ji mirov dike?
- Zordestiyê zû bibînin, lidij derkevin û li çareseriyan bigerin.
Komcivineke gengeşiyê hate li dar xistin.
Wekî dî di raporta Komelê de axiftin hate ser kuştina di ber namûsê de û
şûkirina bi zordestî. Hin çalakiyên ku hati bûne birêvebirin, hatin pîroz
kirin.
Di pişt re li ser asteke berpirsiyar û li gor ezmûneyên têvel (cida) ev
xalên li jêr bûne mijara gengeşiyan:
Ji jinên kurd tê xwestin, ku pêwist e, ew xwe bi xwe di ber mafên xwe de
rabin, xwe zana bikin û çalak bin.
Çima ew bi xwe û çima bi zanebûn?
Jinên Kurd divê xwe bigihênine wê baweriyê, ku kesek ji wan re mafên
wekheviyê û mafên mirovayiyê bi hasan li ser tabloyekê pêşkêşî wan nake.
Divê jinên kurd bi zanebûn di civakê de beşdarî hemû çalakiyan bibin,
kesayetiyên xwe wek jin bidine pejirandin, dengên xwe bilind bikin û bêjin,
em hene û dixwazin di bin mercên dadimend yên jiyanê de bijîn.
Bi zanebûn, ji ber civaka kurdî hê jî paşverû ye, ew nikare guhertinên nûjen
wisa hasan bipejirêne, gelek çalakî, zanîn û dûrbînî ji bo bipêşvexistinê
giring in.
Li aliyekî din şerên ku li Kurdistanê berdewm in, ziyaneke mezin digihênine
civaka kurdî û bi taybetî ew ziyanê digihênine derûniya jinên kurd.
Herçend îro şer li başurê Kurdistanê bi dawî hatiye jî, lê mixabin
zordestiya li ser jinên kurd tund û tûjtir dibe. Wisa lê hatiye, ku heta
jinên pispor jî nikarin xwe azad, xwedî kesayetî û bawerî bibînin.
Civaka me yî kevneperest dixwaze, ku em bihtir kevneperestiyê biparêzin, pê
bawer bikin û wê wek çanada (kultûra) me yî rast bibîn. Heke em li ser vê
şopê bimênin, wê civak gav bi gav qels û lawaz, bêbawerî û jixwenepiştrast
bimêne.
Jinên beşdar yên semînar gengeşiyên xwe li ser asteke zanistî û berpirsiyar
bi dawî anîn. Hemû di wê baweriyê de bûn, ku semînarên bi vî awayî ji bo
bipêşveçûna tevgera jinên Kurd pêwistiyên giring in. Wan spasiyên xwe ji bo
jina ku seminar amade kiri bû, pêşkêş kirin, û bi hev re gotin:
Em hene
Em Zane ne
Ne tenê rizgarkirina xaka me li hêviya me ye, belkû avakirina civakeke nûjen
jî ...
Di pişt re :
- Helbest hatin xwendin
- Çalakiyên mayî yên komelê hatin pêşkêş kirin
- Zagonên nû, yên di biwara mafên jinan de li bashurê Kurdistanê û li
Almaniyayê hatine gengeşe kirin.
- Ji bona lidarxistina konferansekê di pêşerojê de wê civîn werine kirin.
- Daxwazî heye, ku em peywendiyên xwe li gel komele û rêxistinên jinan li
başurê
Kurdistanê xurt bikin.
Protokolgir: Xunav Haco
31.08.20






|