www.jiyaname.de

   
  19. September 2007  

Jiyan, „Internationalen Initiative zur Vermeidung von Zwangsheirat und Ehrenmord an kurdischen Frauen“ e.V.

   
     

DEUTSCH

KURDISCH

ARABISCH

   
 
Em kîne
Überblick
Veranstaltungen
Häusliche Gewalt
Mafên Jinan
Jin di Zagonê de
Hilfsmöglichkeiten für Frauen
Jinên mirin buhrandine
Beratung
Indametî
Kontakt
Kontoyoya alîkariyê
Archiv
 
 

المادة 548 من قانون العقوبات  السوري
1
­يستفيد من العذر المحل من فاجأ زوجه أو أحد أصوله أو فروعه أو أخته في جرم الزنا المشهود أو في صلات جنسية فحشاء مع شخص آخر فأقدم على قتلهما أو إيذاء أحدهما بغير عمد. ‏
2­يستفيد مرتكب القتل أو الأذى من العذر المخفف إذا فاجأ زوجه أو أحد أصوله أو فروعه أو أخته في حالة مريبة مع آخر

 
 
 
     
Stockholm: Xelata Olof Palme ji bo kurdekê

Parvîn Ardalan bi eslê xwe kurd e rojnamevan e û ew li Tehranê dijî. Çend roj berî xelatkirinê wê xwest ew ji Tehranê biçe Stockholmê lê polîsê Îranê ew ji balafirê daxist.

 

Digel ku xelatgira Xelata Olof Palme Parvîn Ardalan nikarîbû beşdarî merasima xelata xwe bibûya jî, dîsa bi merasimeke mezin, pêr li Stockholmê xelata wê bi destê xatûna Olof Palme, Lisbet Palme gihîşt xwişka Pavîn Ardalan, Şêrînê.

Parvîn Ardalan bi eslê xwe kurd e rojnamevan e û ew li Tehranê dijî. Çend roj berî xelatkirinê wê xwest ew ji Tehranê biçe Stockholmê lê polîsê Îranê ew ji balafirê daxist û dest danî ser pasaportê wê da ew dernekeve derveyî Îranê.

Parvîn Ardalan a ku rojnamevan û aktîvîsteka mafê jinan e, ji bo xebatên xwe yên ji bo mafên jinan û wekheviya jin û mêran hatiye xelatkirin. Digel ku zor û zilmeke dijwar li ser wê heye jî dîsa ew bêyî rawestan xebata xwe ya li dijî desthilatdariya meleyan didomîne, wekheviya jin û mêran dixe navendê û balê dikişîne ser binpêkirina mafê jinan li Îranê.

Ew bi rê û awayên cihê pirsgirêka jinê aktuel dike û bi zîrektiya xwe, wê pirsgirêka herêmî dike pirsgirêkeke cîhanî. Yek ji xebatên Parvîn Ardalanê ên balkêş jî kampanyaya îmzeyan e. Wê heta niha bi hin hevalên xwe re mîlyonek îmze kom kirine û ji bo mafê jinan û wekheviya jin û mêran pêşkêşî desthilatdariya Komara Îslamî kiriye.

Ev keça kurd ya ku di çavên desthilatdariya paşverû de qilçixek e, ji bo bi hezaran keç û jinên Îranê hêviyek e. Lê ev hêvî ji bo desthilatdariyê tirs û sawek e. Loma, rejimê destûr neda ku Parvîn were Swêdê û xelata xwe bi destê xwe bigire. Wan li Tehranê ew ji balafirê daxist û hatina wê ya Swêdê qedexe kir. Ev qedexe bû sebeba ku çapemeniya Swêdê bi firehî li ser Parvîn Ardalanê rawestin û careke din balê bikişînin ser sîstema Îranê ya hovane û ne demokratîk.

Pêr li Stockholmê, di merasima xelatê de, bi deqîqeyan li ser lingan ji Parvîn Ardalanê re çapikên xurt lêketin.

Merasim bi peyva Pierrre Schoriyê dîplomat och serokê weqfa Olof Palme vebû. Xwişka Parvîn Ardalanê, Şêrînê, xelata xwişka xwe ji destê xatûna Olof Palme, Lisbet Palme girt. Dû re Arne Ruthê publîsît li ser Îranê û desthilatdariya wê ya hovane axaftineke balkêş kir. Piştî axaftina Arne Ruth, dîsa Arne Ruth, lektora Södertörns högskolayê Fataneh Farahanî û endama Komîteya Birêvebir ya Weqfa Olof Palme Anita Klum li ser Îranê panelek pêşkêş kir.

Gelek dîplomat, navdar, nivîskar û rojnamevanên swêdî beşdarî vê merasimê bûn. Ji kurdan jî endamê Komîteya Birêvebir ya PENa Swêdê nivîskar Firat Cewerî, seroka jinên Sosyaldemokrat Nalîn Pekgul, rewşenbîr Omer Şêxmus û rojnamevan Kurdo Baksî jî beşdar bûn.

Merasim bi kokteylekê, di ahengeke dostane de bi dawî bû.

Amadekar: MC
Jêder: netkurd.org



 

   
           
jiyaname@jiyaname.de  

Jiyan, „Internationalen Initiative zur Vermeidung von Zwangsheirat und Ehrenmord an kurdischen Frauen“ e.V.