|
Jin
û Jiyan
Ji ber ku xwîn ji keçkaniya wê nehat xwîna wê rijandin
25 Sibat 2010 Pênşem Saat 11:55
Avesta - Dîlber Ozera ku nû zewicîbû û bi hinceta “şeva ewil xwîn jê
nehatiye” hatibû kuştin, ji aliyê dadgehê ve cara duyemîn hate kuştin.
Dadgehê biryar da ku bûka ciwan nehatiye kuştin û biryara xwe jî wiha parast:
“Ger Dîlber Ozer ji aliyê malbatê ve lêdan xwariba, beriya ku bimire dê serî
li dadgehê bida û giliyê mêrê xwe bikira.”
Dîlber Ozer
keçeke kurd e û ji Sêrtê ye. Ji ber ku pê re “keçaniya anatomîk” (Perdeya ku
bi zarokanînê diçire) hebû, di şeva ewil a bûkaniya xwe de, “xwîn jê nehat”
û ev yek bû sedema mirina wê. Dîlber Ozer hêj di 16 saliya xwe de, bi hevalê
birayê wê Murat Kizilkan re hate zewicandin. Ji ber ku emrê wê nedigirt,
mehra melayan lê hate birîn û mehra fermî netahe birîn. Wê li mala xezûrê
xwe dest bi jiyaneke nû kir. Lê 5-6 meh piştî zewaca xwe, li odeya xwe ya
malê ya li ser mala xezûrê xwe, bi aweyeke ku du gule bera cêniya (şakak)
xwe ya çepê xistiye, mirî hate dîtin. Ew şev birayê wê li wir mêvan bû û
birayê wê ew rakir nexweşxaneyê lê êdî dereng mabû. Bûka ciwan di rê de mir.
Piştî bûyerê di demeke kin de, bi fermana Dozgerê Komarê ya Sêrtê, mêrê
Dîlbez Ozer Murat Kizilkan, tiyê wê Husnu Kizilkan û xesûya wê Zubeyde
Kizilkan hatin binçavkirin. Her sê kes jî bi hinceta ku delîl kêm in,
serbest hatin berdan. Murat Kizilkan, birayê wî û diya wî, li ser îtiraza
dozger, bi hinceta ku “bi zanebûn mirov kuştine”, careke din hatin
binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Sêrtê ve hatin girtin. Her sê
bersûc piştî salek, ji “kêmbûna delîlan” careke din serbest hatin berdan.
Dadgehê, bi hinceta ku “tundî li jina xwe kiriye” salek û 10 meh cezayê
girtîgehê da Murat Kizilkan de û yên din beraet kirin.
‘Hemû delîl
dibêjin hatiye kuştin’
Di dozê de
tişteke ku bala mirovan dikişîne jî helwesta du dadgerên jin bû. Dadgerê mêr
ji bo biryara beraetê “şerha muxalefetê” danî lê herdu dadgerên jin diyar
kirin ku bersûc ne sûcdar in û beraeta wan xwestin. Digel ku bi dehan
delîlên ku Dîlber Ozer rastê tundiyê hatiye û bi sûcdariya “ne bakîre ye” re
rû bi rû maye, helwesta van dadgerên jin, bal kişand. Çend ji van delîlên ku
didin nîşan Dîlber Ozer hatine kuştin bûyerê aşkera dike. Lewre bûka ciwan
Dîlber Ozer çep bû, lê guleya ku ew kuşt, guleya çekê li ceniya rastê ya
serê wê ketibû. Du roj beriya ku bimire çûbû mala bavê xwe û ji malbatê re
gotibû ku mêrê wê Murat Kizilkan tim lê dixe û gotinên wiha jê re kiribû:
“Ku careke din li te bixim, ez ê yan te felc bikim yan jî piyên te bişkênim.”
Ji ber van tehdîd û gefxwarinan jî Dîlber Ozer tirsiyabû û neçûbû giliyê
mêrê xwe nekiribû. Murat Kizilkan û malbata wî bi israr digotin ku Dîlber
xwe kuştiye lê di lêkolîna ku ji aliyê Saziya Tipê ya Adlî ve hate kirin de,
di destê Dîlberê de tu şopeke barûdê nehatibû dîtin. Malbata Kizilkan, vê
rewşê wiha vegot; “Dema ku li xwe xist me got qey ji ser hişê xwe çûye û me
destê wê şûştin.” Dadgehê jî vê parastina wan qebûl kir. Di xwelîdanga li
odeya ku Dîlber lê mirî hatibû dîtin de 5-6 qotikên cigareyê hatin
tespîtkirin û di van qotikan de jî şopa tûka tiyê bûkê Husnu Kizilkan hate
tespîtkirin. Her wiha hate tespîtkirin beriya ku Dîlber Ozer bê kuştin lêdan
xwariye, di kincê wê de gelek cihên qelişî (çiriyayî, diriyayî) hene, hin
cihên kincên wê pişkivîne û guleya demanceyê ji dûrî ve li Dîlber Ozer
ketiye. Lê digel van hemû delîlan jî heyeta dadgehê bawer nekir ku Dîlber
hatiye kuştin.
‘Dadgehê
delîl nedîtin kevneşopî dîtin’
Dadgeha Cezayê
Giran a Sêrtê ku derbarê Murat Kizilkan, Husnu Kizilkan û Zubeyde Kizilkan
de biryara beraetê da, di biryara xwe ya hincetê de hin angaştên ku hiş û
aqil ji serê mirov dibe kir. Di biryarê de hate gotin ku digel Murat
Kizilkan û Dîlber Ozer gelek caran bi hev re ketine têkiliya zayendî jî, ji
ber ku “xwîn jê nehatiye”, nekariye îzbat bike ku bakîre (qîz) ye. Dadgeh di
berdewama îdiya xwe de dibêje ku li gorî orf û edetên herêmê diviya Murat
Kizilkan Dîlberê şandiba mala bavê wê lê ji ber ku ji Dîlberê hez kiriye, ew
neşandiye.
Dadgehê bi vî
awayî dixwaze bêje ku mêrê Dîlberê Murat Kizilkan, diviya li gorî adetan
bûkê bişîne mala bavê wê û neşandina bûkê weke îzbata “bêgunehî û bêsûciyê”
nirxand. Malbata bûkê bi vê biryara dadgehê, nezanîn çi bikin û heyirî man.
Lê piştî vê biryarê mutalaya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind,
malkambaxiyeke din ji bo malbata bûkê anî.
‘Çima beri
mirina xwe gilî nekiriye?’
Serdozgerê
Komarê yê Dadgeha Bilind, digel ewqas delîlî jî biryara Dadgeha Cezayê Giran
a Sêrtê ku derbarê Murat Kizilkan, Husnu Kizilkan û Zubeyde Kizilkan de da,
rast dît. Di şûna ku bersûc ji cezayê muebetê bihatana darizandin de, hindik
maye ew bi beraetê bên xelatkirin. Dozger di mûtalaya xwe de, daxwazeke
balkêş jî anî zimên. Li gorî mûtalayê dozger xwest ku cezayê salek û 10 meh
ku ji ber lêdana li Dîlber Ozer li Murat Kizilkan hatibû birîn jî bê
xerakirin. Hinceta vê daxwazê jî hiş û aqilê ji serê mirov dibe. Lewre li
gorî dozger, Dîlber Ozera ku lêdan xwariye û tundî dîtiye, berî mirina xwe,
giliyê mêrê xwe nekiriye.
‘Malbat êdî
ji edaletê bawer nake’
Parêzerê
malbata Dîlber Ozer Murat Kizilkan ku derbarê dozê de agahî da kovara me
Warvînê Murat Kizilkan, wiha got: “Malbata Dîlber pir li ser dozê sekinî.
Heta dawiyê jî piştgirî dan min û xwestin em vê dozê qezenç bikin, sûcdar
bêne cezakirin. Tevli hemû danişînan bûn, hemû danişîn şopandin. Haya bavê
wê ji bûyerê tune ye. Dîlber du roj beriya kuştina xwe, ji diya xwe re
gotiye ku mêrê wê lêdixe. Malbata Ozer heta dawiyê bawerî bi edaletê dianîn.
Lê êdî naxwazin bi dozê re eleqedar bibin. Ji ber ku malbateke bawermend e,
hemû tişt hewaleyî Xwedê kirin. Em digel mûtalaya dozger, li bendê ne ku
sûcdar bêne cezakirin û biryareke cezakirinê derkeve. Li gorî îdiayên ku em
tînin zimên, divê ev biryar xera bibe. Em hêvî dikin ku dê ev biryar ji
Dadgeha Bilind vegere. Ger biryar neyê xerakirin, em ê ji dadgehê bixwazin
ku biryarê rast bikin. Ger ew jî pêk neyê, em ê dozê bibin Dadgeha Mafên
Mirovan a Ewropayê.”
Dilar Sewledar / Amed / Warvîn
|