www.jiyaname.de

   
  19. September 2007  

Jiyan, „Internationalen Initiative zur Vermeidung von Zwangsheirat und Ehrenmord an kurdischen Frauen“ e.V.

   
     

DEUTSCH

KURDISCH

ARABISCH

   
 
Em kîne
Überblick
Veranstaltungen
Häusliche Gewalt
Mafên Jinan
Jin di Zagonê de
Hilfsmöglichkeiten für Frauen
Jinên mirin buhrandine
Beratung
Indametî
Kontakt
Kontoyoya alîkariyê

المادة 548 من قانون العقوبات  السوري
1­يستفيد من العذر المحل من فاجأ زوجه أو أحد أصوله أو فروعه أو أخته في جرم الزنا المشهود أو في صلات جنسية فحشاء مع شخص آخر فأقدم على قتلهما أو إيذاء أحدهما بغير عمد. ‏
2­يستفيد مرتكب القتل أو الأذى من العذر المخفف إذا فاجأ زوجه أو أحد أصوله أو فروعه أو أخته في حالة مريبة مع آخر

 
     

 Kujtina jinekê bi destê mêrê wê li Almanya, bajarê Elmshorn!

03 Îlon 2008 Çarşem Saat 21:47


Çend Doktor û Polîs, li ber rawestgehê (îstegeh) li ser rêka postê Elmshorn (Schleswig-Holstein) mîna xelekekê li dor kîsekî spî civiyane.

Mixabin ambulens dereng giha ser.

Polîsan nikarî bûn wê ji mirinê rizgar bikin.

Kîsê spî, termê jineke ciwan e, ko bi destê mêrê xwe hatiye kujtin.

Zilamekî turk li ber çavên xelkê bi jina xwe re şer dikir û dixwest wê vegerîne malê û ew tev de li gel zarokên xwe, bi hev re wek berê bijîn. Ev sal û nîvek jinikê xwe jê veqetandiye û doza berdanê dike, lê mêrik naxwaze wê berde!

Mesut A (37 Salî) xwe dide bendî jina xwe, dema ko ji malê derdikeve bi dûv de diçe, jinik dighê rawestgeha postê (Gerberstraße) demjmara 11,05 posta rê hejmara 502 giha ya ko berê wê bi bal Holstenplatz de ye, jinika 31 salî li postê siwar dibe li dawî rûdinê.
Zilam jî li dûv wê li postê siwar dibe û bi kêrê wê birîn dike. Jinika birîndar bi lez ji postê dadikeve û dibeze lê belê mêrê wê dev jê naqere bi dûv de daket û dîsan bi kêrê lêda ta ko jiyana xwe ji dest da û nema lebitî, wê hingê ji ber termê wê rabû.

Mixabin ko du zarokên wê sêwî man, keçek 11 Salî û ya din 9 salî ye.

Amadekirin: Ahîn Zozanî

Avestakurd

Jêder: Bild.de

Eifersucht! Todes-Drama in Linienbus

şîrove bike
Çap bike
Derkeve jor
Hîna ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

 

 

 

 

   
jiyaname@jiyaname.de  

Jiyan, „Internationalen Initiative zur Vermeidung von Zwangsheirat und Ehrenmord an kurdischen Frauen“ e.V.